Îranê teqînên terorîstî yên Stenbolê şermezar kir
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, teqînên terorîstî li Stenbola Tirkiyê ku di encama wan de bi dehan welatiyên vî welatî hatin kuştin û birîndar bûn, şermezar kir.
Li gorî rapora dayira giştî ya dîplomasya giştî û medyayî ya wezareta karên derve ya Îranê, Behram Qasimî, tevî nîşandayîna hevxemiya xwe digel netewe, dewlet û maiyên êrişa terorîstî ya Stenbola Tirkiyê, destnîşan kir, divê hemî welatên navçe û cîhanê li hember vîn û zimana yek ya terorîst û tundrêyan ku hertim zimanê şidet û tirsandinê ye, bersiveka webirr û peyameka yekgirtî bidine terorîstên tundîxwaz.
Behram Qasimî, destnîşan kir, îro rojê terorîsm bûye gefeka giştalî ya dijî hemî welatan û şerrê li hemberî wê jî tu rêbazek ji bilî vîn û yekgirtîbûna cîhanî tuneye.
Wî got: Komara Îslamî ya Îranê hertim amade ye ku bi hevkariya hemî welatan, kiryarên pêwîst jibo sekinîna giştalî ya li hember terorîsm û tundrêtiyê cih bîne.
Şemiyê bi şev bi dû êrişa terorîstî ya li bajarê Istenbola Tirkiyê û li cihê kombûna hêzên polîs, herî kêm 29 kes hatin kuştin û 166 kes jî birîndar bûn (BANGÊ ÎSLÂMİ).