CîhanIraqNûçeRojhilatanavin

Mike Pompeo û Adil Ebdulmehdî hevdîtinek pêkanîn

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bi rêya telefonê hevdîtinek li gel serokwezîrê nû yê Iraqê Ail Ebdulmehî pêkanî.

Ofîsa serokê encûmena wezîrên Iraqê daxuyniyek belav kir, tê de ragehand ku, di pêwendiyeke telefonî de Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo pîrozbahiya Adil Ebdulmehdî weke serokwezîrê nû yê Iraqê û kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê kir û tekezî li ser piştgiriya welatê xwe bo Iraqê di hemû astan de kir.

Herwiha di wê pêwendiyê de Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û  serokwezîrê nû yê Iraqê  Adil Ebdulmehdî  pêwendiyên di navbera herdu welatan de di biwarê aborî û xizmetguzarî de gotûbêj kirin

Başa dön tuşu