NûçeRojhilatanavinSûriye

Beşdarên li civîna Stenbolê yên rojavayî dev ji nebûna Beşar Esed berdan

Piştî civîna serokên Almanya, Fransa, Rûsya û Tirkiyê ya li ser rewşa Sûriyê û hewldanên çareserkirina krîza wî welat, serokên her çar welatan civîneke hevbeş a çapemeniyê lidarxistin.

Mesela balkûş a ku li axivtinên serokên Tirkiye, Fransa û Almanyayê hat bihîstin eva bû ku wan dev ji helwêsta xwe ya berê ya derheq nemana Beşar Esed ser hikûmeta Sûriyê berdan.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan piştî heft salan hewldana bê encam a komên terorîst û çekdar ji bo jinavbirina hikûmeta Beşar Esed, got: Eva gelê Sûriyê ye ku divê li bara man an nemana Beşar Esed biryarê bide.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî got:  Pêwîst e xelkê Sûriyê di derbarê pêşeroja xwe de xwedî gotin be û li bara pêşeroja siyasî ya welatê xwe bi biryar bibe.

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî got: “Divê çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re bê dîtin û divê destûreke nû û hilbijartin bên pêkanîn û xelkê Sûriyê li bara hikûmet û pêşeroja xwe biryar bide û çareseriyeke siyasî ji bo ku xelk vegere cihên xwe şert e.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî got: Divê xelkê Sûriyê bi xwe çarenivîsa xwe diyar bike û divê rêz li yekgirtina xaka Sûriyê bê girtin.

Berî vê yekê welatên rojavayê û Tirkiyê digotin ku divê Beşar Esed li ser hikûmetê nemîne.

Şeva çûyî civîna serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, serokê Rûsyayê Vladimir Putin û serokwezîra Almanyayê Angela Merkel li ser rewşa Sûriyê li qesra Wehdettîn a li Stenbolê  bi dawî bû. Nûnerê Netewên Yekgirtî (NY) yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê Steffan de Mistura jî beşdarî vê civînê bibû

Başa dön tuşu