NûçeRojhilatanavinSûriye

Li Urdûnê di kampa penaberan de teqîn: 4 mirî û bi 10an birîndar

Li gorî nûçeya malpera Hala Akbar, li Urdûnê di kampa herêma Rukban ku 80 hezar penaberên sûriyeyî lê diman a navbera sînorê Sûriye û Urdûnê şevê din teqînek pêk hat. Di encama teqînê 4 kesan jiyana xwe ji dest da û bi 10an kes jî birîndar bûn.

Di berdewamiya nûçêyê de hat ragihandin ku piştî teqînê di navbera grûbên çekdar û hêzên ewlehî de şer û pevçûn derketiye.

Li gorî malpereke din a urdûnî ya Al Medinayê, teqîn di encama wesayîteke bombebarkirî de pêk hatiye.

Di kampa penaber a Rukbanê de berê heman bûyerên wiha qewimîbûn, lewma li gorî berpirsên urdûnî di kampê de ji xeyrî penaberên sûriyeyî ku ji şer reviyane endamên DAIŞê jî dimînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu