IraqNûçeRojhilatanavin

Heşda Şebî: Rêya bajarên Tozxormatû û Kerkûkê dighîne  hev hat girtin

Elî El-Huseynî, berdevkê hêzên  gelanî yên iraqê( Heşda Şebî) ragihand ku hêzên  vî welatî  karîn kontrola, riyekê bi dest bixin ku bajarên  Tozxormatû û Kerkûkê dighîne  hev. Ev riya  bi “riya mirinê“ hatiye bi navkirin.

Heşda Şebî ji du rojan berî niha ve  operasyonek li başûrê Tozxormatûyê destpê kir ku armanca wê kutakirina  gefa ewlehiyê  ya riya  Kerkûk bo Bexdayê ye.

Destpêbûna  vê operasyonê piştî daxwaziyên  berdewam ên xelkê navça Tozxormatûyê ji bo mudaxila hêzên  Heşda Şebî li vê barê û rawestana li hemebr terorîstan cih hatiye.

Duh jî çavkaniyên  ewlehiyê yên Iraqê ragahndin ku yek ji serkirdeyên koma  terorîstî -tekfîrî ya DAIŞ`ê nasiyar bi Celadê DAIŞê li operasyonekê li çola Enbarê li rojava  Iraqê hatin kuştin. Wezareta karên  hundir a Iraqê li vê çarçoveyê agahî da ku li bajarê Mûsilê 11 terorîstên  DAIŞê binçav kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu