FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Artêşa Îranê: Roja Cîhanî ya Qudsê, roja hevgirtin, tifaq û hevdilîya gelên misilman digel miletê mezlûm ê Fiilstînê li hemberî kompêoyên şûm û rezîl ên Rêjîma Sîyonîst û Amerîkaya cinayetkar e

Artêşa Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir: Bi işkest û têkçûna komên têrorîst li herêmê, Rêjîma Sîyonîst lawaz bûye û tenê maye û bi cinayetên nû ji berê riswatir bûye û ketîye sernişîvîya têkçûn û jinavçûnê.

Artêşa Komara Islamî ya Îranê îro li daxûyanîyekê Roja Cîhanî ya Qudsê nîşana rêzbendîya bereya heq li hemberî bereya batilê zanî û ragihand: Roja Cîhanî ya Qudsê, roja hevgirtin, tifaq û hevdilîya gelên misilman digel miletê mezlûm ê Fiilstînê li hemberî kompêoyên şûm û rezîl ên Rêjîma Sîyonîst û Amerîkaya cinayetkar e.

Înîya herî dawîyê ya meha bimbarek a Remezanê ji hêla Îmam Xumêynî (RE) xîmdarê Komara Islamî ya Îranê ve wek Roja Cîhanî ya Qudsê hatîye binavkirin.

Li dewama daxûyanîya artêşa Îranê hatîye: Roja Cîhanî ya Qudsê wek sembola neyarîya li hemberî talankirin, zorbêjî û komkujîya li hemberî miletekî mezlûm û neyarîya li hemberî zilhêzên şeytanî ye û hatîye ragihandin ku di salên vê dawîyê de dijminan bi rêya pêkanîna bêtifaqî û nakokîyê li bereya islamê bi saya komên têrorîst li herêmê hewil dane ku meseleya Filistînê bidin jibîrkirinê û Rêjîma Sîyonîst di nava ewlehîyê de be.

Li vê daxûyanîyê basa veguhestina balyozxana Amerîkayê bo Qudsê di çarçova jîyana bi rezalet a rêjîma narewa ya Israîlê û tepeserkirina dengê mafxwazîyê yê gelê mezlûm ê Filistînê hatîye kirin û hatîye ragihandinê ku mixabin hin serokên ereb ên herêmê bi bêdengîya li hemberî kiryara zorbêjane û çavsorane ya Amerîkayê û herwiha danîna peywendîyan digel Rêjîma Sîyonîst xîyanet li armanc û gelê mezin ê Filistînê kirine lê, divê bizanin ku gelên cîhanê li vê meseleyê mêze dikin û dîrok yê helwêsta durist nîşan bide.

Başa dön tuşu