IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê: 16 taxên Telaferê hatine rizgar kirin

Fermandariya operasyonên hevbeş ên artêşa Iraqê, rizgar kirina 16 taxên bajarokê Telaferê ya parêzgeha Nînowa ragehand.

Îro 26.08.2017ê fermandariya operasyonên hevbeş ên artêşa Iraqê beyanameyek belav kir û ragehand, hejmarek taxên Telaferê ji desthilatiya rêxistina terorîst a DAIŞê hatine rizgarkirin û hejmarek kêm di dest wan de mane.

Di beyanameya fermandariya operasyonên hevbeş a artêşa Iraqê de amaje bi vê hatiye kirin ku hêzên dijî terora Iraqê navenda Telaferê û qela kevin û 16 taxên bajarokê Telaferê rizgar kirine.

Roja 20.08.2017ê serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Heyder Ebadî destpê kirina rizgarkirina Telaferê ragehand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu