ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Rapora El-Alemê ji êrîşên Erebistanê ser Yemenê

Li du êrîşên firokeyên şêrr ên Erebistanê ser navçeya Baqima Seideyê şeş kes birîndar bûn.

Li gorî rapora El-Alemê, îro êrîşên Erebistanê ser deverên cûrbicûr ên Yemenê ji wan Senayê berdewam bûn û hevdem hêzên hevpar ên yemenî jî karîn bilindiyên Qenasînê li Necrana Erebistanê bixin bin kontrola xwe.

Firokeyên şêrr ên Erebistanê îro navenda leşkerî ya berî ya leşkera heştem a artêşa yemenê, avahiya 22`ê Gulanê û taxa Esrê li rojavaya Senayê kirin armanc.

Her viha navendeke gazê li bajarê Hemdanê li dorhêla Senayê ji ber êrîşan ji nav çûn.

Ji ber êrîşa li ser pirekê li riya Sedeyê li Abê, sivîl hat kuştin.

Li bajarê Benî Meterê jî firokeyên Erebistanê mizgefta hezretê Şueyb (S) dane ber êrîşê û wêran kirin.

Hêzên yemenî jî bersiva van êrîşan dan û tankek û erebeyeke leşkerî ya destdirêjkeran li navçeya Kofêlê li Marebê dane ber êrîşê.

Wan karîn ku çend navçeya li başûrê bajarê Xîlê li parêzgeha Cufê bigirin destê xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu