IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞê bi sedan tûnel li Mûsilê çêkirine ta ku bireve

Operasyona Mûsilê ya ku Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê dabû destpêkirin hîn berdewam dike û DAIŞ jî ji bo xwe ji derbeyên hewayî biparêze û bireve, bi sedan tûnel li gund û navçeyên derdora Mûsilê kolandine. Spûtnîkê, wêne û dîmenên wan tûnelan girtin. Fermandarê Pêşmerge Merdem Fewzî derbarê van tûnelan de ji Spûtnîkê re axivî.

Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê di çarçoveya operaysona Mûsilê de ku ketiye roja xwe ya 16an, 81 gund û 3 bajarok kontrol kirine. Li gorî agahiyên ku peyamnêrê Spûtnîkê bi dest xistine, hat dîtin ku DAIŞê li wan gund û navçeyên kontrolkirî, bi sedan tûnel çêkirine ta ku xwe ji derbeyên hewayî biparêze û gava pêwîst be, bireve jî. Herwiha diyar e ku ew tûnel di demeke nêz de hatine çêkirin û DAIŞî di hundirê wan de radizan.

Hat dîtin ku DAIŞê li bin mizgeftê jî tûnel kolandine Gelek tûnel li gundê Hemdaniyeyê jî hatin dîtin. Gundê navborî li rojhilatê Mûsilê ku 10 kîlometreyan dûrî bajarî ye û berî 8 rojan ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatibû rizgarkirin. Spûtnîk derbasî wî gundî bû û wêne û dîmenên tûnelan girtin. DAIŞê li mizgefta gundê Hemdaniyeyê, tûnelên bi firehiya 1 metreyê û dirêjiya 300 metreyê çêkirine. Hat dîtin ku alavên jiyanî yên DAIŞê di tûnelan de hene û heta bi elektirîkê jî kişandiye tûnelan.

Hêzên iraqî li rojhilatê Mûsilê dîsa dest bi operasyonê kirin Ji aliyê din ve, Berpirsyarê Hêzên Pêşmerge li gundê Hemdaniyeyê Merdem Fewzî ji Spûtnîkê re diyar kir ku ev gund piştî şerekî dijwar hat rizgarkirin û wiha pê de çû: “DAIŞê li vî gundî gelekî di ber xwe de da lê bi ser neket. 30 milîtanên DAIŞê li vî gundî hebûn û hemû di pevçûnan de hatin kuştin. Hîn gelek cenazeyên wan li gundî ne. Niha em gundî ji mayîn û dafikan paqij dikin”.

Tûnelên DAIŞê yên revê Herwiha fermandarê pêşmerge diyar kir ku wan gelek tunelên DAIŞê li gundî dîtine û wiha got: “Me gelek tunelên DAIŞê li gund dîtin. DAIŞê tûnelên bi dirêjahiya bi sedan metreyan çêkirine ta ku xwe ji derbeyên hewayî biparêze û pêwîst be jî bireve. Em niha bi we re dikevin tûnelan û hûn jî dibînin, DAIŞê xwe di tûnelan de veşartiye. Di nava tûnelan de razaye û bi giştî li wan maye jî. Herwiha gava DAIŞê ev tûnel kolandine, axa ji wan derketiye, berhev kiriye.” Fewzî balê dikişîne ser wê yekê ku ev tûnel bi demeke kurt berî operaysona Mûsilê hatine kolandin û diyar dike ku tûnelên wiha li gelek deveran hatine kolandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu