CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Nicolas Maduro: Sefaretxane û gişt konsûlxaneyên vî welatî li Amerîkayê hatine girêdan

Ajansa IRNA îro ragihand ku serokomarê Venezuelayê Nicolas Maduro got: Daxwaza Mekzîka û Uruguayê ji bo gotûbêja bi dijber û muxalifan bona çareseriya krîza siyasî li Venezuelayê qebûl kiriye.

Nearamî û alozî li Venezuelayê wê demê despê kir ku roja çarşemê Juan Guaido (Xuan) serokê wêdadayî yê Kongreya Neteweyî wek rêberê dijberên hikûmetê bêyî berçavgirtina hilbijartinan û bi piştgiriya rayedarên Waşîngtonê xwe wek serokomarê berwext yê Venezuelayê da nasandin.

Piştî ku serokomarê Amerîkayê Donald Trump rêberê serhildayiyan Juan Guaido wek serokomarê berwext yê Venezuelayê bi fermî nas kir, Maduro serokomarê vî welatî biryara girtina navendên dîplomatîk ên Amerîkayê da.

Amerîkayê herwiha ji welatên Amerîkaya Latîn xwest ku Juan Guaido wek serokomarê berwext yê Venezuelayê bi fermî nas bikin. Waşîngtonê herwiha xwestiye ku guhertinên Venezuelayê li Konseya Ewlekariyê ya NY werin hilkolandin.

Hin welatên wekî Kanada, Brazîl, Paragua, Şîlî û Arjantînê piştgiriyê didin Juan Guaido, Lê belê welatên wek Mekzîka, Bolîviya, Kûba, Tirkiye, Çîn û Rûsya hikûmeta Maduro qanûnî dizanin.

Başa dön tuşu