IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê: Emê demekê nêzîk derbasî nav bajêr bibin

Hêzên ewlekariya Iraqê ragihandin ku di heyama çend saetan de hêzên wan dê derbasî navçeya Fellûceyê ya Enbarê bibin. Operasyona kontrolkirina Fellûceyê berdewam e û Fermandariya Operasyona Enbarê ragihand ku di çend saetên bê de hêzên wan dê biçin nava navçeya Fellûceyê bo derxistna DAIŞê ji navçeyê.

Operasyona bidestxistina bajarê Fellûceyê 23yê Gulanê destpê kir.

Fellûce, dikeve 50 kîlomêtr rojavayê paytext Bexdayê, bajarekî bi ser parêzgeha Enbarê ve ye û ji destpêka sala 2014ê ve di destê DAIŞê de ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu