IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê: Hezar DAIŞî li Mûsilê hatine kuştin

ermandarekî bilind yê artêşa Iraqê dibêje, nêzîka hezar çekdarên DAIŞê li Mûsilê hatine kuştin.

Lîwa Ebdilxenî Esedî ji “Rueters” re ragihand, di destpêka operesyona rizgarkirina Mûsilê de bilez bû, lê niha di nava taxên Mûsilê de, çekarên DAIŞê xwe dikin nava welatiyên sivîl û wan wek mertalên mirovî bikar tîne, loma pêşveçûn bi aramî birêve diçe.

Esedî diyar kir, wan hin guhartin di plana operesyonê de kirine, ji ber ku çekdarên DAIŞ li cihekî ranawestin û her tim cihê xwe diguhêrin.

Esedî got jî: “Tank li nava taxên Mûsilê nikarin encaman bidin, topxane jî sûde ne, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî da ku sivîl nebin qurbanî, nikarin çalaktir bin.”

Herwiha Esedî diyar kir, nêzîka 990 çekdarên DAIŞê li aliyê rojhilatê Mûsilê hatine kuştin. Esedî ziyanên artêşa Iraqê jî aşkere nekir.

Piştî 6 hefteyan ji destpêkirina operesyona rizgarkirina Mûsilê, hêzên Iraqî karîne nîvê aliyê rojhilatê Mûsilê kontrol bikin û ji taxekê berve taxeke din hewla pêşveçûnê dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu