ÎranNûçeRojhilatanavin

Sipaha Pasdaran: Me berpirsekî mezin yê DAIŞê girt

Sipaha Pasdarên Îranê ragihand, hêzên wan berpirsekî DAIŞê girtine ku pilana encamdana bi dehan êrişên terorîstî û xwekujî li Tehranê danîbû.

Fermandeyê pasdaran li navçeya Şehriyar ya bajarê Kerecê, Emîn Yamînî ragihandiye, wan berpirsekî DAIŞê li nêzîkî bajarê Kerecê girtine ku pilana 300 êrişên terorîstî û xwekujî li Tehranê danîbû.

Wî pasdarî daye zanîn ku wî berpirsê DAIŞê li sûcê xwe mukir hatiye û gotiye ku dê ew êriş di meha Muhrremê de bi taybet di merasimên salvegera kuştina îmamê şîeyan Îmam Husên de pêk anîba.

Li gorî agahiyên wî fermandeyê pasdaran, ew berpirsê DAIŞê endamê grûpa DAIŞê ya bi navê “Ecnad El Şam” bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu