IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê kargeha çekên kîmyevî ya DAIŞê bidest xist

Hat ragihandin ku artêşa Iraqê l taxa Reşadiye ya Mûsilê kargeha çekên kîmyewî ya rêxistina terorîst a DAIŞê bidest xist. Li gorî agahiyên berdest, di nava kargehê de madeyên kîmyewî yên çêkirina çekên jehrî jî hene.

Li gorî zanyariyan, di nava kargehê de çekên ku dema artêşa Iraqê ji Mûsilê derketibû bi cîh hiçtibûn jî hene. Herwiha di odeyên kargehê de jî bi tonan madeyên kîmyewî, barût û alavên çêkirina çekan jî hat dîtin. Wekî din di odeya kargehê de ji xeyrî moşekên dûravêj ên artêşa Iraqê, topên hawanan ên 100 milîm û 110 milîm jî hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya fermandarekî artêşa Iraqê, rêxistina terorîst a DAIŞê di wê kargehê de çekên wekî katyûşa, hawan û herwiha ceheneme jî çêkirine û moşekên dijfiroke jî hatin desteserkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu