NûçeRojhilatanavinSûriye

Esad: “Rizgarkirina gelê Helebê ji terorîstan wezîfeya me ye”

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ragihand ji bo ku em xelkê herêmê ji grûbên terorîst biparêzin divê em wan ji temamê Helebê derînin. Parastina sivîlên herêmê wezîfeya yekemîn a hikûmeta Sûriyeyê ye.

Beşar Esad di hevpeyvîna xwe ya televîzyona SRF a swêdî de got: “Destûra Bingehîn a Sûriyeyê jî ev erk daye me û divê em xelkê Helebê ji terorîstan biparêzin û temamê grûbên terorîst ji herêmê derxînin.” Esad di berdewamiya hevpeyvîna xwe de li hemberî pirsa ‘dema ku herêm di bin kontrola terorîstan de be hûnê çawa sivîlan biparêzin? bersivand û got: “Grûbên terorîst sivîlan dikujin û wê herêmê kontrol dikin. Ma gelo rola me jî em li kêlekekê rûnin û li wan temaşe bikin? Ev rastiyeke ku pêwistiya wê bi delîlan tuneye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu