ErebîstanIraqNûçeRojhilatanavin

Iraqê îdiaya siûdiyan li bara Heşdê Şebî bênirx da zanîn

Berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê li berteka li hember gotinên wezîrê karên derve yê Erebistanê li bara hêzên Heşdê Şebî yên Iraqê ragihand ev gotin dewama reftara alozîçêker ên siûdiyan li hember dewleta Iraqê ye.

 Li gorî rapora  malpera nûçan a El-Someriye , Ehmed Cemal berdevkê wezareta karên derve  ya Iraqê îro sêşemiyê got: Dubarekirina  îdiayên  neyînî yên siûdiyan li bara fîdakariyên  hêzên Heşdê Şebî yên Iraqê tu nirxenak xwe tine û ji ber reftara  wan a eşîregeriyê ye.

Ehmed Cemal got: Reftara şaş  ku Erebistanê girtiye ber xwe  bûye baîs  piraniya  derfetan jibo hevkariya  tev gelên navçê ji nav here û qeyranên  Sûriyê û Yemenê bidomin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê destnîşan kir ku Heşdê Şebî hêzeke wêrek û  têkoşer e ku li gor qanûna ku parlemana Iraqê pesend kiriye, tev digere û yek ji saziyên fermî yên vî welatî tê hesabê.

Adil Cubeyr wezîrê karên  derve yê Erebistanê siûdî duh îdiayên xwe li bara hêzên  Heşdê şebî, ewna wekî  mîlîtanên tayfetî dan zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu