IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê taxa Bab El Tobê ya Mûsilê dorpêç kir

Li gorî zanyariyên berdest ku ji çapameniya herêmî hatine wergirtin artêşa Iraqê li Mûsilê herêma Bab El Tobê dorpêç kiriye.

Bab El Tobê ya ku li rojavayê Mûsilê ye van 3 rojên dawî di navbera hêzên Iraqê û milîtanên DAIŞê de şerekî tund diqewime. Hêzên Iraqê li wê deverê pêş dikevin û bi taybetî deverên Bab El Tob û minareya Hedbayê bombebaran dikin.

Li gorî çavkaniyên herêmî ji ber ku kuçe û kolan teng in û li wan deveran sivîl hene, bi awayekî lez nikarin pêş bikevin. Digel rewşa hewayê xirab bû jî balafirên Hêza Hewayî yên Iraqê, devera Bab El Tobê bombebaran kirin.

Hêzên Iraqê hêj negihişitine minareya Hedbayê û Mizgefta Mezin a ku Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî xîlafeta xwe li wir îlan kiribû. Di navbera minareya Hedbayê û Mizgefta Mezin de 500 metre heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu