IraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê têkildarî ibtalkirina encamên hilbijartinan hişyarî da

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, daxwazên ji bo betalkirina encamên hilbijartinan ne rast in. Herwiha diyar kir, ku ji bo sererastkirin an jî rastkirina xeletiyan rê û rêbaz hene.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Somerye News`ê, Piştî bidawîbûna civîna Civata Wezîrên Iraqê, Heyder Ebadî civîneka çapemeniyê saz kir û derbarê mijarên weke encamên hilbijartinan û pêkanîna hikûmeta nû de bersiv pirsên rojnamevanan da.

Ebadî got: “Dixwazim hişyariyekê bidim. Nabe em bikevin nav karekî nediyar. Di mijara hilbijartinan de hemû binpêkarî û gilî tên hilkolandin û nirxandin. Em jî aliyek in ku me di hilbijartinan de ziyaneke mezin dît. Lê proseya siyasî giring e. Nabe em bikevin valatiyê.”

Heyder Ebadî bibîr xist ku ji bo bidawîbûna erk û karên Civata Wezîran tenê 30 roj li pêşiya wan e û divê hikûmeta nû di vê heyamê de dest bi karê xwe bike û diyar kir: “Eger hikûmet û kabîneya nû ya wezîran pêk neyê dê li welat valahî çêbibe. Pêwîstiya welêt bi desthilata qanûndanîn, cîbicîkirin û dadweriyê heye. Nebûna yek ji van û lihevnekirina li ser vê yekê li ser encamên hilbijartinan jî dibe xeterî.”

Serokwezîrê Iraqê got: “Daxwazên ji bo betalkirina encamên hilbijartinan ne rast in û ji bo sererastkirin an jî rastkirina xeletiyan rê û rêbazên din hene.”

Serokwezîrê Iraqê amajeyî wê yekê kir, ku qonaxa bê ya Iraqê dê bibe qonaxa damezirandina sîstema aborîyê û tekoşîna li hember gendeliyê jî dê berdewam bibe.

Başa dön tuşu