IraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî telîmat daye sê taqbûrên (leşkerên) vî welatî ku kontrola rewşa ewlehiyê li parêzgeha Neynewayê bigirin destê xwe

IRIB Newsê diyar kir ku serokwezîrê û fermandarê gişt hêzên çekdar ên Iraqê Heyder Ebadî duh ragihand ku: Leşkerê 15`an a  Artêş li beşa rojavayê û leşkerê 16`an li beşa rojhilatê a parêzgeha Neynewayê wê bi cih bibin û leşkereke polîsê navendî jî wezîfedariya ewlekariyê bigirê destê xwe.

Ebadî herwiha telîmat daye ku bila hejmara hêzên polîs herêmî li parêzgeha Neynewayê bigihêje 17 hezar kesan û bona dabînkirina ewlehiyê Heşda Eşayirî (hêzên gelanî yên eşîretan) jî werin bikaranîn.

Kanala Al-Alamê jî ragihand ku hêzên artêşa Iraqê gelek ji terorîstên DAIŞ`ê ku li tûnelên beşa kevn a bajarê Mûsilê xwe veşartibûn girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu