CîhanNûçeRojhilatanavin

Artêşa Miyanmarê 6 misilmanên rohîngiyayî kuştin

Ji ber gullereşandina çekdarên artêşa Miyanmarê li ser misilmanên rohîngiyayî li rojavaya vî welatî, 6 kes hatine kuştin.

Li gorî rapora IRNAyê, diencama gullereşandina çekdarên artêşa Miyanmarê ser misilmanên rohîngiyayî li rojavaya vî welatî de, 6 kes hatin kuştinê û li parêzgeha Raxînê jî 300 kes hatin girtin.

Parêzgeha Raxîna Miyanmarê ev çend roj in ku bûye qada şer û pevçûnên giran di navbera hêzên artêşa Miyanmarê û misilmanên rohîngiyayî de.

Di encama êrîşên artêşa Miyanmarê û Bûdayiyên zêdegav û tundrê li ser misilmanên rohîngiyayî li parêzgeha Raxînê di heyama du salên bihurî da, zêde ji şeş hezar misilmanên rohîngiyayî hatine kuştin, heşt hezar birîndar bûne û zêde ji miliyonek jî aware û derbider bûne.

Başa dön tuşu