IraqNûçeRojhilatanavin

Iraq: Hevdîtina bi Tirkiyeyê bêbandor e

Berdevkê Hikumeta Iraqê Saad el Hadisi diyar kir ku daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erodgan ên di derbarê hebûna leşkerî ya li Başîkayê de daxuyaniyên neberpirsane ne û got hevdîtinên biTirkiyeyê re bêbandor in.

Hadisi ji bo Al Sumariayê axivî û got “daxuyaniyên îro yên Erdogan neberpirsane ne. Em ji b ovan daxuyaniyan xemgîn bûn. Em ji bo rawestandina destwerdan a karên navxweyî yên Iraqê pozisyona hikumeta Iraqê tînin ziman.”

Berdev Hadisi wiha axivî: “me mdi wê baweriyê de ne ku, gava ku axaftinên nûner ên Tirkiyeyê bigihêjin asta bêbingeh û neberpirsane şûnde, hevdîtina bir aliyê Tirkiyeyê re bêbandor e.” Hadisi berê jî ji bo AFPê gotibû “tê fêmkirin ku Tirkiye di mijara çareserî ya pirsgirêka bi Iraqê re ne cidî ye.”  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu