NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûrîyê bajarek ji lepên têrorîstan azad kir

Artêş û hêzên çekdar ên Sûrîyê li dewama têkoşîna dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê, bilî azadkirina bajarê Resafe bajarokê Recim Herê li rojhilat û Mesakit Sewre û meydan û bajarokê Sofyan li başûra Reqê jî paqij kirin.

Artêş û hêzên çekdar ên Sûrîyê înîya buhurî jî gellek deverên başûra otobana Eserya-Resafe-Reqê paqij kiribûn.

Di vî halî da komên çekdar îro li Gûteya Rojhilat 15 gulleyên hawanê avêtin taxên xelknişîn ên Şamê û derdora wî ku di encamê da welatîyekî sûrî li devera Duxanîyê hat kuştinê û 5 jî birîndar bûn.

Çend gulleyên hawanê jî li taxên Kebas, Doweyleyê û Keşkûlê li rojhilata Şamê ketin ku bû sedema hin xisaran. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu