NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê dest daniye ser hejmareka zêde ya çek û alavên şêrr ên çêkirî ji aliyê Rêjîma Siyonîst li derdora Derayê

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya SANA Newsê, Artêşa Sûriyê çek û alavên şêrr û cebilxaneya bi cih mayî ji têrorîstên tekfîrî yên DAIŞê di pêvajoya paqijkirina navçeya El Hareyê li derdora Derayê dîtin.

Tevî bidawîhatina operasiyona leşkerî li derdora bajarê Şamê  û başûrê Sûriyê di heyama yeksala bihurî da, car caran çek  û alavên şêrr ên têrorîstan ew li dijî dewlet  û artêşa Sûriyê dixebitandin, tên vedîtin.

Amerîka û Rêjîma Siyonîst hevrê digel hinek ji welatên din ên navçeyê ji destpêka qeyrana Sûriyê va di sala 2011an ji dabînkerên sereke yên çek û sîlehan jibo têrorîstan bûne.

Başa dön tuşu