NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûrîyê dor li bajarê Qoreytînê girt

Hêzên artêşa Sûrîyê duh danê êvarê bajarê Qoreytînê li derdora rojhilata Humsê ku di bin lepên têrorîstên DAIŞ`ê de ye, dorpêç kirin.

Rayedarekî leşkerî yê artêşa Sûrîyê tevî piştrastkirina dorpêçbûna bajarê Qoreytînê ji hêla artêşa Sûrîyê ve, got: Têrorîstên DAIŞ`ê duh serê sibê bi maşîneke bombekirî ji alîyê devera Meramilê li rojhilata bajarê Qoretyînê ve êrişî vî şarî kirin.

Wî rayedarê leşkerî yê sûrî herwiha got: Di encama vê êrişê û dagirkirina bajarê Qoreytînê bi destê têrorîstên DAIŞ`ê de, çend kes ji her du alîyan hatin kuştinê.

Bajarê Qoreytînê di van salên dawîyê de çend caran ket ber êrişa têrorîstên DAIŞ`ê lê, hêzên sûrî her carê êrişên hanê bêencam kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu