NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê ewlehiya riya Şam-Emanê dabîn kir

Rayedarên leşkerî yên Sûriyê qala pêkanîna ewlehiya cadeya navneteweyî ya Şam-Emanê ji aliyê artêşa vî welatî va kirin.

Li gorî rapora Mehr Newsê ji zarê Sputnikê, Rayedarên leşkrî yên Sûriyê ragihandin ku ev destkeft encama opêrasiyona leşkerî û aştiya komên çekdar digel artêşa Sûriyê bûye û piştî hatina hêzên sûrî bo bajarokên Nesîb û Um Meyazenê bi dest hatiye.

Li gorî gotina van rayedaran, Boldezorên artêşa Sûriyê niha mijûlî jinavbirina berbendên pêkhatî ji aliyê têrorîstên Bereya Nusreyê û komên din ên hevpeymanê wan li ser rê ne.

Li gorî nûçeyeka din, Fermandarekî meydanî yê artêşa Sûriyê li parêzgeha Derayê li başûrê vî welatî ragihand: Artêşa Sûriyê sedî 90ê parêzgeha Derayê xistiye bin kontrola xwe û tenê pênc gund li vê parêzgehê nehatine rizgarkirin.

Vî femandarê meydanî her wiha qala vedîtin û desteserkirina hejmareka çekên komên çekdar piştî revîna wan ji qada şêrr kir.

Li vî halî, sêyem karwanê awareyêmn sûrî îro anku Şemiyê bi baştirbûna rewşa ewlehiyê li Sûriyê ji navçeya Ersalê li rojhilata Libnanê berê xwe dan gundê xwe li Qelemûna Sûriyê.

Ev karwan pêkhatî ji 448 ke sji awareyên sûrî yên rûniştiyê gundên Felîta, Reis El Meire û Hewş Erebê li navçeya Qelemûnê ye ku li ser daxwaza xwe vedigerin Sûriyê. Hêzên ewlehiyê û Saziya Xaça Sor a Libnanê jî ev karwan heta ser sînor hevrêtî kirin.

Heftiya pêş jî derdora 400 awareyên sûrî ji riya navçeya Ersalê her wiha sînorê Mesneyê berêî xwe dan welatê xwe.

Başa dön tuşu