BehreynNûçeRojhilatanavin

Xwenîşandana xelkê Behrêynê dijî rejîma serkutker a Alê Xelîfe

Xelkê Behrêynê bi lidarxistina xwenîşandanekê, kiryarên zalimane yên Rejîam Alê Xelîfe dijî şîeyên vî welatî şermezar kirin.

Li gorî rapora malpera nûçeyan a El Ehdê, bi hezaran xwenîşanderên behrêynî, roja şemiyê li bajarê El Derazê ya Menamê, bona nîşandana nerizamendiya xwe ya li hember zexta rejîma Alê Xelîfe ser şîeyên vî welatî û pêşîgirtina ji nimêja cimaetê li mizgevta Îmam Sadiq (s) a Behrêynê, xwenîşandan li dar xistin.

Xwenîşanderên behrêynî, xwestin ku kiryarên zalimane yên rejîma Alê Xelîfe dijî şîeyên behrêynî werin sekinandin.

Behrêyn ku ji sala 2011`an ve bûye meydana nerizamendiyên gelanî, bi îbtalbûna mafê welatîbûna yê Şêx Îsa Qasim, ruhaniyê navdar ê vî welatî li nîveka meha buhurî, bi zêdebûna nerizamendiyên gelanî re rûbirû maye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu