NûçeRojhilatanavinYemen

Êrişa nû ya Erebistanê bi bombên qedexe ser Yemenê

Êrişên rêjîma siûdî ser gelê Yemenê bi bombeyên xwuşî didomin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, balafirên cengê yên Erebistanê îro careka din bajarê Seraweh li parêzgeha Marebê li navenda Yemenê dan ber bombeyên xwuşî.

Tevî belavbûna belgeyên van êrişên cinayetkarane yên Erebistanê ser Yemenê ku bi armanca kuştina zêdetir a sivîlan pêk tên, piştgirîyên welatên rojavayî yên bi çek û sîlehan ji Erebistanê didomin.

Bombên xwûşî ji dehan bombên piçûk pêk tên ku piştî bomba sereke diteqe devereke bi qasî meydaneke fûtbolê digirin ber xwe û paşê bombên piçûk ên nav da diteqin. Pirranîya bombên piçûk nateqin û deverek bi qasî meydana fûtbolê dikin meydana mînê.

Di encama êrişa hewayî ya Erebistanê ser devera Şeda li parêzgeha Sedê da jî 4 yemenî hatin kuştinê û 3 jî birîndar bûn.

Balafirên cengê yên Erebistanê herwiha deverên Zebab û Umerî li parêzgeha Teizê li başûra Yemenê û devera Cer li parêzgeha Hece li bakûra rojavaya vî welatî û çend deverên din ên bajarê Qetebe li parêzgeha Zaliê li başûra rojavaya Yemenê dan ber bombeyan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu