Artêşa Sûriyê gihêşte 7 km ya kela herî bi talûke ya DAIŞê
Çavkaniyên sûrî li bara serketina hêzên artêşa Sûriyê û hevpeymanan li azadkirina çend gund û bajarokên nû li derdora Humsê û pêşdeçûna van hêzana ber bi kela herî giring û bitalûke ya terorîstên DAIŞ`ê li derdora Dêar Zorê agahî dan.
Li gorî rapora Tasnim News`ê li Dêra Zorê, hefteyek piştî êrişa terorîstên DAIŞ`ê ser bajarokên Kebaceb, El-Şola û El-Sexneyê û derdora Hemîmê, hêzên artêşê û hevpeymanên wan karîn ku hin cihên ku terorîstan li riya Dêrazorê bo Şamê dagir bikin, azad bikin.
Koma terorîstî ya DAIŞ`ê bi pêkanîna bi sedan terorîstan ji parêzgeha Enbara Iraqê nekarî bajarê Qeretînê li derdora başûrê rojhilata Himsê dagir bike û her wiha jibo girtina pêşiya pêşdeçûna artêşa Sûriyê ber bi sînorên Iraqê işkest xwar ku li encama wê bi dehan terorîst hatin kuştin ku meytên wan, çola Sûriyê tijî kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)