AsyaIraqNûçeRojhilatanavin

Ceferî, ji Enqerê xwest ku hêzên xwe yên eskerî ji navça Beşîqê li bakûra Iraqê derxîne

Wezîrê karên derve yê Iraqê careke din ji Enqerê xwest ku hêzên xwe yên eskerî ji navça Beşîqê li bakûra Iraqê derxîne.

Li gor rapora IRIB News`ê, Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê li gotûbêja xwe ya tev televîzyona îranê bal kişande ser viya ku her car ji Tirkiyê tê xwestin ku hêzên eskeriye xwe ji Beşîqê li bakûra Iraqê derxwîne, Enqere hema îdiayên xwe yên pûçe berê dubare dike got: Tenê axivtin pêwîst  nake û gere ku karbidestên Enqerê her çi zûtirkê hêzên xwe yên eskerî ji nav axa Iraqê derxwîne.

Tirkiyê li kutahiya sala 2015 bi sedan hêzên eskerî yên xwe bêyî îzna dewleta Bexdayê xiste nav axa Iraqê û îdia kir hedeva wan sekinîna li hemberî terorîstan û perwerdekirina hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê ye.

Ceferî bilî retkirina van cure îdiayên Enqerê ragihand ku heta niha karbidestên Bexdayê bicaran ketina hêzên eskerî yên Tirkiyê bo bakûra Iraqê mehkûm kirine û heta şîkayeta ji Enqerê daye Kunseya Ewlehiyê, Yeketiya Ereb û saziya hevkariya îslamî, lê heta niha Tirkiyê dest ji vê destdirêjiya ser axa Iraqê bernedaye.

Ceferî bal kişande ser viya ku axir pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li Mûsilê jî dê jinav here ragihand ku terorîstên ku li nav axa Iraqê cinayet kirine dê bigehêjin sizaya kiryarên xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu