NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê hêzên nû jibo êrîşa ser têrorîstan şandine Idlib û Hemahê

Mêdyayên sûrî qala şandina hêzên nû yên artêşa vî welatî jibo şerê digel têrorîstan li parêzgehên Hemah û Idlibê li bakurê rojavaya Sûriyê kirin.

Li gorî rapora IRNAyê, Mêdyayên sûrî Yekşemiyê bi şev ragihandin ku ev hêz hevrê digel alavên şêrr ji wan Tank, topên navînbirr û dûrbirr û alavên din jibo xurtkirina bereyên şêrr li parêzgehên Idlib û Hemahê hatine rêkirin.

Yekîneyên artêşa Sûriyê roja Yekşemiyê êrîşa komên têrorîst li ser baregehên xwe li bajaroka Erbeyînê li bakurê parêzgeha Hemahê têkşikandin.

Yekîneya topxaneya artêşa Sûriyê jî baregeh û cihê kombûna têrorîstan li bajarokên Zekah, Erbeyîn, Letamine û Hesrayyayê li bakurê Hemahê dan ber êrîşê.

Hejamreka komên têrorîst ji wan têrorîstên tehrîra Şamêû li bajarok û gundên bakurê parêzgeha Hemahê û li parêzgeha Idlibê hene.

Têrorîst ji billî êîrşa ser baregehên artêşa Sûriyê, her wiha bi cûreyên rokêt û topên hawanê êrîşî ser welatiyên sivîl li van navçeyan dikin.

Başa dön tuşu