NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê kontrola hin beşên navça Dera El-Beledê xiste destê xwe

Artêşa Sûriyê vê sibê derbasî hin navçên Dera El-Beledê li başûrê Sûriyê bû û hin beşên vê navçê xiste bin kontrola xwe.

 Li gorî rapora SANA Newsê, artêşa Sûriyê heya niha  karî ku navçên Dewar El-Misrî û taxên  El-Kurkê û El-Erbeînê ji bin lepên  endamên  grûpa terorîstî ya bereya El-Nusreyê derxîne.

Li gorî vê raporê, li encama vê operasyonê hejmarek ji endamên  grûpa terorîstî ya El-Nusreyê hatin kuştin û hejmarek ji trimblên zirihî yên  vê grûpê têk çûn.

Her wiha  yekîna topxana  artêşa Sûriyê meqer û veşartgehên  endamên  bereya El-Nusreyê li bajaroka  El-Telmanê li derdora bakurê Derayê dan ber êrişan û hejmarek ji endamên  vê grûpa terorîstî kuştin.

Terorîstên tekfîrî bi hizûra li navça Dera El-Beledê û gund û bajarokên derdora bajarê Derayê, çek û hêzên pêdiviye xwe ji sînorên  Urdinê ku tenê 13 km a ji bajarê Derayê dûr e, dabîn dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu