ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li hevdîtina fermandên hêza deryayî ya artêşê

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî hişyarî da Kongera Emerîkayê û tekez kir: Destpêkirina dubare ya boykotekê ku dema wê bi dawî bûye weke boykot û binpêkirina berpirsiyariyan e.

 Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî hezretê ayetullah Xamineyî roja yekşemiyê bi munasibeta salroja  hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê 27 Mijdarê li hevdîtina fermande û berpirsên vê hêzê bal kişand ser muzakirên navokî û plana kongera Emerîkayê derheq domandina boykotan bi vê îdiayayê ku ew ne boykot in belkî  domandina boykotên heyî ye û destnîşan kir: Destpêkirina boykotekê ferqa wê tine bi destpêkirina  wê piştî kutabûna dema wê û eva jî bi xwe boykot û binpêkirina berpirsyariyên berê ye.

Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha  pesna  pêşketin û şiyanên hêza deryayî ya Îranê li warên curbicur ên însanî, fermandehî û teknîkî da û ew balkêş da zanîn û ser giringiya cihanîna bernaman û îstembûnê û devberdana ji lezketina li karûbaran sekinî û destnîşan kir ku pêwîstiya  çareserkirina kêmasiyan, viyana bilind û serneçemandina li ber sînordarbûnê û berbendan e.

Fermandê  hemû hêzan bal kişand ser giringiya  bandora pêşeya deryavaniyê ser pêşketina hin welatan û got : Îran xwediyê sînorên berfireh ên deryayî û her wiha xwediyê mêjoyeke dirêj li warê deryavaniyê ye, loma  qawet û şiyana  hêza deryayî ya Komara îslamî ya Îranê divê li gor cih û şûna nizama Îslamî û dîroka  vî welatî be.

Rêberê Inqilaba  Îslamî her wiha  hizûra biqawet  û xurt a hêza deryayî ya artêşê li avên navneteweyî sedema zêdebûna  qawet û hêza Îranê da zanîn û got: Divê kûrahiya hizûra li avên navneteweyî zêde bibe.

Beriya gotinên rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî emîr deryadar Hebîbullah Seyarî fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara îslamî raporek li bara hizûra bihêz û berdewam a hêza deryayî ya artêşa Îranê li deryayên  navneteweyî raber kir.

27 Mijdarê salroja hemaseya kedkarên  paporê mûşekavêj a Pêykan roja hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê hatiye bi nav kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu