NûçeRojhilatanavinSûriye

Arteşa Sûriyê li bajarê Himsê çend navçe ji destê DAIŞê kontirolkirin

Artêşa Sûriyê bi piştgiriya milîsên xwebexş di encama şerekî dijwar de 10 herêmên niştecih li rojhilatê bajarê Hûmsê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê derxistin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî SANA ya Sûriyê, îro, roja Yekşemê 30.4.2017 artêşa Sûriyê bi piştgiriya milîsên xwebexş di encama şerekî dijwar de 10 herêmên niştecih li rojhilatê bajarê Hûmsê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê deranîn.

Ajansa SANA da zanîn ku,  hêzên Sûriyê li wê navçeya ku, hatiye kontirolkirin bîreke petrol û depoyeke xaza siruştî jî bi dest xistine.

Berî niha jî artêşa Sûriyê di hefteya borî de li bajarê Hûmsê kanaya xaza siruştî ya Şaerê jî bi dest xistibûn, ew kanî berî ku, bikeve destê DAIŞê de rojane 3 milyon metrokup xaza siruştî derdixist. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu