NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûrîyê li dewama pêşdaçûnên xwe li derdora rojhilata Humsê karî hin pişkên din ên vê deverê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad bike

Li gorî rapora ajansa nûçan a dewleta Sûrîyê (SANA), artêşa Sûrîyê bi alîkarîya hêzên gelanî opêrasyonek li derdora rojhilata Humsê dijî têrorîstên DAIŞ`ê lidar xist û sê dever li başûr û rojavaya gundên Hebre Xerîbe û Resim Hemîdê ji lepên têrorîstan azad kirin.

Yekîneyên artêşê û hêzên çekdar ên Sûrîyê tevî azadkirina hin pişkên derdora rojhilata Humsê, derbe  ûxisarên giran li koma têrorîst a DAIŞ`ê dan.

Li vê opêrasyonê gellek têrorîst hatin kuştinê û birîndar bûn û çend maşînên leşkerî yên wan jî hatin jinavbirinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu