NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê li operasyona paqijkirina navçeyên azadbûyî yên li navça Eqrebê li dorhêla başûrî ya Hemahê, çekên îsraîlî dîtin

Hêzên artêşa Sûriyê li operasyona paqijkirina navçeyên azadbûyî yên li navça Eqrebê li dorhêla başûrî ya Hemahê, çekên îsraîlî dîtin.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya SANA`yê, hêzên artêşa Sûriyê herwiha ragihandin di nava çekên ku ji terorîstan mane, reşaşeyên BKC û alavên peywendiyê tên dîtin.

Kanala AL-ALAM`ê du hefteyan beriya niha ji keşifkirina gelek çek û mûşekên ku li Amerîkayê û welatên rojavayî û Rejîma Îsraîlê hatine çêkirin, li derdora Deraya başûrê Sûriyê agahî da.

Rejîma Siyonîst, Amerîka û hin welatên Ereb ên navçê, ji sala 2011`an ve bi piştevaniya komên terorîst, qeyran û nearamiya li Sûriyê zêde kirine.

Başa dön tuşu