NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê li parêzgeha Hemahê gelek terorîst kuştin

Artêşa Sûriyê ragihand ku baregeh û çeperên çeteyên ser bi koma têrorîst a Partiya Tirkistanê li bereya Sermaniye û Dewîr ul Ekrayê li navçeya El Xabê li parêzgeha Hemahê daye ber êrîşan.

Ev êrîşa artêşa Sûriyê li pey binpêkirina lihevkirina têkildarî kêmkirina kêşeyan ji aliyê têrorîstan va pêk hat.

Artêşa Sûriyê berêvariya Îniyê jî bi êrîşên topxaneyî û roketî li ser baregehên têrorîstên Cebheya Nusreyê li Keferzîtayê li derdora bakûrî ya Hemahê gellek ji wan kuştin.

Başa dön tuşu