ÎranNûçeRojhilatanavin

Meşa gelê Meşhedê bi nîşana şermezarkirina ajawegêrîyên vê dawîyê li Îranê

Gelê bajarê Meşhedê li bakûra rojhilata Îranê bi nîşana nerazîbûn û şermezarkirina ajawegêran ku bi piştgirîya Amerîka, Rêjîma Sîyonîst û rêjîma Siûdî dest bi xirabkarîyê li hin bajarên Îranê kirin, dest bi meşê kirin.

Meşa gelê Meşhedê vê sibê ji Meydana Şohedayê ber bi tirba Îmam Riza (S) ve hat lidarxistin û pişkdarên meşê bi durişmên “ mirin ji bo Amerîkayê“ û “mirin ji bo Israîlê“ piştgirî dan Nizama Komara Islamî ya Îranê û pêgirî li ser dewama têkoşîna li hemberî zorbêjên cîhanê kirin.

Meşa xweristî ya gelê Îranê ji bo şermezarkirina ajawegêrîyên vê dawîyê ku li Têhranê û hin bajêran pêk hatin, yê sibê bê lidarxistin.

Gelê Îrana Îslamî bi nîşana şermezarkirina kiryarên vê dawiyê yên alozîçêkeran, Çarşemiyê li bajarên cûrbicûr derktin kolanan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu