NûçeÎranRojhilatanavin

Îmam Xameneî: “Bûyera terorîstî li Şahçiraxê amerîkiyên minafiq û kordil riswa kirin”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Bûyera terorîstî li tirba Şahçiraxî amerîkiyên minafiq û kordil riswa kirin

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di hevdîtina digel malbatên şehîdên bûyera terorîstî li tirba paqij a Şahçiraxê (S), ev bûyera tehl wek sebeba riswatiya amerîkiyên minafiq û kordil zanî.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Sêşemiyê di vê hevdîtinê da bûyera terorîstî li tirba paqij a Şahçirax (S) sebeba daxdarbûna dilan lê wek rûdaneke mayînde di dîroka Îranê da zanî û li ser riswakirina destên li paş perdeya vê kirêtiyê yanî amerîkiyên kînajo û pêkênrên DAIŞê tekez kir.

Hezretê Ayetullah Xamineyî terorkirina ziyaretkaran ciyawaz digel bûyerên din ên terorîstî û sebeba riswabûna dijmin zanî û got: Ji bilî sebebkarên xayîn û kujer, piştevanên sereke û pêkênerên DAIŞê jî hevparê vê cinayetê ne; ew ewqasî derewker, reşdil, riswa û minafiq in ku di axaftinê da alaya mafên mirov dihejînin, lê di kiryarê da komên terorîstî yên xeternak ava dikin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Rêxistinên çandî û hunerî divê vê bûyera mezin weke bûyera Aşûra û mijarên din ên dîrokî berçav bigirin û veguhezînin nifşên pêşerojê.

Hezretê Ayetullah Xamineyî şîret li saziyên çandî û medyayî ji bo berhemanîna berhemên hunerî têkildarî vê bûyerê û bûyerên din kir û got: Kêmasiya me di mijarên têkildarî bûyer û dîroka Înqilaba Îslamî û cinayetên dijminan ji hêla xebata medyayî û ragihandinê va heye; bi awayekî ku nifşên me yên cewan zêde haya wan ji bûyerên raborî weke cinayetên minafiqan tune.

Roja 26ê Cotmehê ji ber êrîşa terorîstî ji aliyê DAIŞê li ser tirba paqij a Hezretê Ehmed ibni Mûsa (Şahçirax) li bajarê Şîrazê yê navenda parêzgeha Farisê, 13 ziyaretker ji wan 2 zarok şehîd û 30 kes jî birîndear bûn.

Başa dön tuşu