IraqNûçeRojhilatanavin

Li Kerbelaya bajarê Iraqê êrişa xwekujiyê hat kirin

Li Kerbelaya Iraqê êrişa xwekujiyê hat kirin û ji ber êrişê 4 kes birîndar bûn.

Di daxuyaniya hevbeş a Fermandariya Operasyonên Hevbeş û Polêsên Federal a Kerbelayê da wiha hat gotin: “Ber destê sibehê saet 06.00an da êrişkarê xwekujiyê xwest bikeve Otogara Kerbelayê û hêzên ewlehiyê midaxele kirin. Êrişkarê xwekujiyê bombeya li ser xwe teqand û ji ber teqînê 4 sivîl birîndar bûn.”

Her çiqas Kerbela li gor paytext Bexdayê ewle be jî car caran bûyerên tundiyê diqewimin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu