NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriye û li geliyê Firatê zêdetirî 800 DAIŞî kuştin

Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku leşkerên artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Hêza Hewayî ya Rûsyayê li geliyê Rûbarê Firatê zêdetirî 800 milîtanên DAIŞî kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastin a Rûsyayê, leşkerên artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Hêza Hewayî ya Rûsyayê li geliyê Rûbarê Firatê li herêma Ganem Elî grûba terorîstên DAIŞî tarûmar kir û di operasyonê de zêdetirî 800 milîtanên DAIŞê kuştin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got: “Di 27ê Tebaxa 2017an de leşkerên artêşa Sûriyeyê ku General Suheyl Hessen fermandariya wan dikir, li geliyê Rûbarê Firatê li herêma Ganem Elî bi piştgiriya balafirên şer ên Hêza Hewayî yên Rûsyayê grûba DAIŞê ku xwediyê çekên giran bûn tarûmar kir.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku di operasyonê de zêdetirî 800 milîtanên DAIŞî, 13 tank, 39 wesayîtên çekhilgir, 9 top û hawan hatin îmhakirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu