NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyeyê têkoşîna xwe li dijî terorîstan bi şev jî berdewam dike

Li gel mercên hewayî yên xerab Operasyonên Artêşa Sûriyeyê bi şevê jî berdewam dikin. Li gel, berf, baranê û dijwariya peywirê jî, leşkerên Sûriyeyê birijd in ku bi şevê jî têkoşîna xwe li dijî terorîstan berdewam bikin.

Gava roj diçe ava, xeter li ser çekdarên li herêmên vekirî zêde dibe, ji ber gava guleyan berdidin, tîmên Artêşa Sûriyeyê yên çavdêriyê di cih de dibînin û bersiva pêwîst didin. Ev jî dibe sedema kuştin û birîndarkirina wan, lewra xwe bi şevê vedişêrin û dest ji şerî berdidin.

Artêşa Sûriyeyê bi şevê êrîşên ji nişka ve li herêmên deştî û çiyayî pêk tîne. Ji ber dûrbînên pêşketî di destê Artêşa Sûriyeyê de hene, ev êrîşên ji nişkê ve li ser çekdarên xwe di nav şevreşiyê de veşartiye, fersendekê ji hêzên Artêşa Sûriyeyê re çêdikin ta ku bêtir sengeran bi dest bixîne.

Hêjayî gotinê ye ku Artêşa Sûriyeyê serkeftinên zêde li derdora Laziqiyê bi dest xistin ku bi şevê êrîş pêk dianîn û di encamê de gelek çekdar dikuştin û gelekên din jî digirtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu