IraqNûçeRojhilatanavin

13 hezar kes vegeriyane malên xwe

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand, ku zêdetirî 13 hezar nîştecihên Mûsil û navçeyên dora wê, vegeriyan malên xwe.

Rêveberê Giştî yê Beşan a Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Ziya Selal ragihand, heta niha 2 hezar û 504 malbat ku dike 13 hezar û 271 kes, vegeriyane malên xwe yên li Mûsil û navçeyên dora wê.

Selal diyar kir, ku koçberên vegeriyane li kampên Cideya 2, Xazir û Dibege diman.

Ziya Selal eşkere kir, ku ji van koçberan hezar û 16 malbat vegeriyane navçeya Şore, 30 malbat Geyare,  65 malbat çûne bajarokên Nemrûd û Şergatê. Herwiha koçberên din jî çûne malên xwe yên li navçeyên Hacî Elî, Tilşeîr, Xalidiye, Qerac û Oseceyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu