NûçeRojhilatanavinSûriye

Hevpeymaniya amerîkî derbarê kuştina zêde ji 1100 welatiyên sivîl ên sûrî û iraqî mukur hat

Hevpeymaniya Navneteweyî ya qaşo şerê dijî DAIŞê bi Rêbertiya Amerîkayê itiraf kir ku heta niha hezar û 114 welatiyên sivîl li Iraq û Sûriyê kuştine.

Li gorî rapora IRNAyê, Navenda ragihandin û teblîxata şêrr ragihand ku Hevpeymaniya Navneteweyî ya qaşo şerê dijî DAIŞê bi Rêbertiya Amerîkayê li rapora xwe ya mehê ragihandiye ku ji tebaxa sala 2014an va heta dawiya Tebaxa 2018an zêde jib 30 hezar caran Sûriye û Iraq bombebaran kiriye û li van êrîşan heta niha hezar û 114 welatiyên asayî yên sûrî hatine kuştin.

Li vî halî Rêxistina Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê bi raporekê ragihand ku ji Havîna 2014an va ku êrîşên Hevpeymaniya Navneteweyî ya qaşo şerê dijî DAIŞê bi Rêbertiya Amerîkayê li ser Sûriyê dest pê bûn, heta niha sê hezar û 331 welatiyên asayî ji wan 826 zarok hatine kuştinê.

Hevpeymaniya Navneteweyî ya qaşo şerê dijî DAIŞê bi Rêbertiya Amerîkayê weke berê hevrêtiyên xwe digel berûlayên nihênî yên DAIŞê ji bo dewama tevgerên wê li Iraq û Sûriyê didomîne û li vê çarçovê lawazkirina erkanên berevaniyê yên Iraqê ketiye rojeva rayedarên amerîkî.

Amerîkayê di salên dawî da bi caran bi mehnjeya têkoşîna dijî komên têrorîst êrîşî ser welatiyên asayî li Sûriye û Iraqê kiriye.

Hevpeymaniya Navneteweyî ya qaşo şerê dijî DAIŞê bi Rêbertiya Amerîkayê di serdema serokomartiya Obama da û bi armanca îdiakirî ya şerê dijî têrorîstên bicihbûyî li Sûriye û Iraqê hat damezirandin. Ev di rewşekê da ye ku li ser esasa raporên fermî, Amerîka û hevpeymanên rojavayî û erebî yên vî welatî ji damezirîner û piştgirên sereke yên malî û çekdarî yên komên têrorîst ji wan DAIŞê ne.

Başa dön tuşu