NûçeRojhilatanavin

Asayîşa Urdunê her çar êrîşkdarên terorîst kuştin

Asayîşa giştî ya Urdunê dawîbûna êrîşa terorîstî ya bajarê Kerkê ragihand ku di encamê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek jî birîndar bûne.

Asayîşa giştî ya Urdunê û rêvebriya giştî ya hêzên Derek ê îro duşemê li daxûyaniyekî hevpar bilî viya ku wan çar terorîstên ku êrişî xelkê kirine kuştine ragihandin ku dest bi lêkolînê li ser vê mijarê kirine.

Asayîşa giştî ya Urdunê amaje kir ku her çar çekdar hatine kuştin û operasiyona dijî êrîşa çekdaran li bajarê Kerkê de temam bûye û dest danîne ser hejmarek çek û teqemeniyên çekdaran.

Di nîveroya roja 18.12.2016ê hejmarek çekdarên dest danîne ser Kelheya Kerkê di bajarê Kerkê li Urdunê de, û di encam de şer û pevçûn di navber hêzên ewlehî û çekdaran de derket.

Li gor agahiyan, di encama wê êrîşê de 10 endamên hêza ewlehî û welatiyekê jiyana xwe ji dest dane û 30 kes jî birîndar bûne û her çar çekdarnên êrîşker jî hatine kuştin (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu