ÎranNûçeRojhilatanavin

Avakirina navenda fezayî ya Îmam Xumeynî(RE)

Bereberê jidayîkbûna heştemîn îmamê şîeyên cîhanê, hezretê Îmam Riza (S), navenda neteweyî ya fezayî ya Îmam Xumeynî(RE) bi avêtina jibo ceribandinê ya serketî ya setelaythilgira Sîmorqê bo fezayê bi fermî xebata xwe destpê kir.

Li gorî arpora IRIB Newsê, navenda neteweyî ya fezayî ya hezretê Îmam Xumeynî(RE) ku yekim  navenda  doşika cîgir a Komara Îslamî ya Îranê ye, navendeke berfire ye ku hemî qonaxên  amadekirin, avêtin, kontrol û rênimûniya setelaytan dike.

Navenda neteweyî ya Îmam Xumeynî(RE) ji hêla teknolojiyê ve li gor  pîvanên  rojê yên  cîhanê hatiye dîzaynkirin û teyarkirin ku  dikare li faza dawiyê hewcetiyên Îranê li  medara LEO`yê dabîn bike.  Setelayta Sîmorqê  dikare hin setelaytan heya kêşa 250 kg li medara 500 km ya erdê bicih bike (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu