ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Avêtina mûşekên Balistîk ber bi navenda eskerî ya Erebistanê li Necranê

Yekîna mûşekî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê mûşekeke balistîk a Bedrê 1 ber bi navenda eskerî ya artêşa Erebistanê li rojava Necranê avêt.

Li gorî rapora kanala El-Minar`ê, ev mûşeka ku roja yekşemiyê hat avêtin li hedefê ket û gelek xisaret li navenda eskerî ya Erebistanê xist.

Yekîna mûşekî ya artêşê û komîteyên gelanî  yên Yemenê îniyê şevê jî li bersiva cianyetên  Erebistanê li Yemenê, bi mûşekeke  Balistîk, meqerên  eskerên siûdî li Necrana Erebistanê da ber êrişan.

Hêzên yemenî êrişên  mûşekî yên xwe  ser Erebistanê ji destpêka  sala 2018`an  zêde kirine û heta  çend cihên  hestyar li nava  axa vî welatî jî dane ber êrişan.

Başa dön tuşu