ÎranNûçeRojhilatanavin

Axaftina Zerîf li civîna bazirganiya Îran û Lêtonyayê li Rîgayê

Wezîrê karên derve yê Îranê li ser berfriehkirina peywendiyên aborî di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Lêtonyayê pêgirî kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Îslamî nasyar bi IRNA`yê, Mihemed Cewad Zerîf roja pêncşemê, 2`ê Hezîrana 2016`an, li civîna ticarî ya Îran û Lêtonyayê li Rîgaya paytexta vî welatî hêvî kir ku ev sefera bibe destpêkek ji bo hevkariya kêrhatî di navbera îran û Lêtonyayê.

Zerîf sefera bo Lêtoniyê derfetekl ji bo Îran û Lêtoniyê bona zêdekirina peywendiyên bazirganiyê, naskirina baştir a hevdu û naskirina derfetên pêşber ji bo berfirehkirina peywendiyan da zanîn û destnîşan kir ku siyaseta Îranê lezandina peywendiyên aborî ye ku dibe sebeba geşepêdan û zêdebûna peywendiyên navneteweyî yên Îranê.

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişande ser viya ku hewcetiya bo bazara Îranê li Lêtonyayê heye, her viha got: Li gorî amadebûna taxima aborî û bankî ya îranê li vî welatî em dikarin derfetên cûrbicûr ji bo berfirehkirina hevkariyê peyda bikin.

Wezîrê karên derve yê Îranê tevî pêgiriya li ser berfirehkirina hevkariyên Îran û Lêtonyayê li warê zanistiyê, got: Îran yek ji deh welatên sereke li warên NANO û biyotêknolojiyê ye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu