IraqNûçeRojhilatanavin

Girtina 250 welatîyên iraqî bi destê DAIŞ`ê li Mûsilê

Têrorîstên DAIŞ`ê, şeva buhurî 250 welatîyên iraqî ji wan çend zarok li deverên curbicur ên Mûsilê girtin.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê di encama hewldaneke nişkêve da, 250 sivîlên iraqî ji wan hejmarek zarok li deverên curbicur ên Mûsilê girtin. DAIŞ`ê ev kesana bi idiaya tawanên wek hevkarîya ligel hêzên ewlehîyê yên iraqî, kurtkirina rihdîn û binpêkirina babetên din ku wekî isûl li xilafeta vê komê tên zanînê girtine.

Hêjayî gotinê ye ku têrorîstên DAIŞ`ê bi kiryarên dijwar, niştecihên Mûsilê neçar dikin ku şiklê xwe nêzîkî şiklê endamên vê komê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu