NûçeRojhilatanavinYemen

Berteka li hember derketina taxima Riyazê ji muzakirên aşitiyê ya Yemenê li Kuweytê

Endamê konseya siyasî ya tevgera Ensarullaha Yemenê mehane û pêşniyarên taxima di bin piştîvaniya Erebistanê nîşana sersariya wan li hember mesela çareserkirina qeyranê da zanîn.

Muhemed El-Bexîtî endamê konseya siyasî ya tevgera Ensarullaha Yemenê roja çarşemiyê li gotûbêja bi Al-Alemê li berteka li hember rawestandina beşdariya taxima yemenî li muzakirên aşitiya Kuweytê, got ku şertên nemumkin ku vê taximê bo vegeriyana bo gotûbêjê kivş kiriye ji wan bifermînaskirina serdestiya wan ser Yemenê ji aliyê Ensarullahê û radsetkirina çekan bo wan nîşan dide ku aliyê din naxwzae ku bigihe rêçareykê.

El-Bexîtî dewleta îstifakirî ya Yemenê berpirsê dewama şêr û sebebkarê alozbûna rewşa aborî ya vî welatî da zanîn û got : Gelê Yemenê ziyana herî zêde ji dewama dorpêçkirina aborî ya sepandî ser vî welatî dibînin.

Endamê konseya siyasî ya tevgera Ensarullaha Yemenê, wêdeçûna taxima Riyazê ji muzakireyên aşitiyêtiştek da zanîn ku vê tevgerê pêşbînî dikir û destnîşan kir ji ber ku berjewendniyên siûdiyan maye ser dewama qeyrana li Yemenê. Biryardayîn ser istûyê taxima bin piştgiriya Riyazê nîne .

El-Bexîtî avakirina dewleta guhestinê bi beşdariay hemî aliyan tenê riya çareserkirina qeyrana Yemenê da zanîn û destnîşan kir ji ber ku taxiam bin piştgiriya Riayzê, , li hevkirina li vê riyê ser zirara xwe dizane û li hember wê pirsgirêk û berbendan çê dike .

Televîzyona El-Meyadîna Lubnanê berêvara roja sêşemiyê li bara rawestandina gotûbêjên aşitiyê yên Yemenê li Kuweytê ji ber beşdarnebûna şanda riyazê agahî da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu