AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Axaftina Zerîfi li civîna aboriya Îran û Swêdê

Wezîrê karên deve yê Komara Islamî ya Îranê, welatê Îranê ciyekî ewleh ji bo sermayedanîna gişt şirketan da zanîn û gişt ji bo sermayedanîna li Îranê vexwendin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî nasyar bi IRNA`yê, wezîrê karên derve yê Îranê, Mihemedcewad Zerîf roja çarşemiyê, 1`ê Hezîrana 2016`an, li civîna çapemeniya hevpar a aborî ya Îran û Swêdê li Stokholmê got: Îraniyên ku beşdarî vê civînê bûne li warê bazirganiya Swêdê çalak in û gişt dizanin ku îranî mirovên ciddî û sozdar in.

Wezîrê karên derve yê Îranê bi gotina viya ku Komara Islamî ya Îranê gişt sozên xw li warê cihanîna lihevkirina navokî ya tev Koma 5+1`ê cih anîne û tu carî sozên xwe binpê nekirine, hêvî kir ku bi hevkariyên bazirganiyê bikarin sûd û berjewendiyên vê lihevkirinê bi kar bînin.

Zerîfi tevî handana çalakên aborî yên Swêdê ji bo hevkariya ligel Îranê got: Ciwanên îranî li warên cûrbicûr ji wan ICT, derman û zanista navokî pispor in û ev gişt bi palpiştiya şiyana navxweyî û li çarçoveya pîvanên navxweyî hatine bidestxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu